Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Li ser bingeha fermana jimare 200 a sala 2026’an, ku di 5’ê Mijdara 2026’an de li Şamê ji aliyê Ehmed el-Şera‘, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat îmzekirin, Îlham Ehmed, ji siyasetmedarên Kurd ên Sûriyeyê, wekî endama Parlamentoya Sûriyeyê hat tayînkirin. Ev tayînkirin li gorî bendên daxuyaniya destûra bingehîn û fermana jimare 143 a sala 2025’an hatiye kirin.
Li gorî rojnameya Rudawê, di xala yekem a vê fermanê de tayînkirina Îlham Ehmed wekî
endama Parlamentoya Sûriyeyê hatiye ragihandin. Di xala duyem de jî hatiye destnîşankirin ku ev biryar divê di rojnameya fermî ya Sûriyeyê de were weşandin û ji bo pêkanîna wê ji saziyên peywendîdar re were ragihandin.
Bi vê tayînkirinê re, hejmara endamên Parlamentoya Sûriyeyê gihîştiye 205 kesan.
Îlham Ehmed kî ye?
Îlham Ehmed di sala 1963’an de li bajarê Efrînê hatiye dinê. Ew yek ji siyasetmedarên Kurd ên naskirî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Wê di salên 1990’î de dest bi çalakiyên xwe yên siyasî kir û di warên siyasî û tevgera jinan de roleke çalak lîst.
Ehmed di van salên dawî de di saziyên siyasî û rêveberiyê yên herêmên Kurdî yên Sûriyeyê de berpirsiyariyên girîng girtine ser xwe. Berî vê tayînkirinê, ew hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û di danûstandinên bi hikûmeta Şamê û aliyên navneteweyî re roleke çalak dilîst.
Herwiha, wê di navbera salên 2018’an û 2024’an de hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) kir. Di vê heyamê de, wê serdana paytextên gelek welatên cîhanê, di nav de Washington, Parîs û Moskowê, kir.
Îlham Ehmed di sala 2015’an de yek ji damezrînerên Meclîsa Sûriya Demokratîk bû û heta Tîrmeha 2018’an hevserokatiya vê saziyê kir. Herwiha, di destpêka krîza Sûriyeyê de, ew yek ji damezrînerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encûmena Bilind a Kurd bû.
Di mehên dawî de jî Îlham Ehmed beşdarî civîn û danûstandinên bi hikûmeta Şamê re bûye. Yekgirtina saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, mafên destûrî yên Kurdan û perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji mijarên sereke bûn ku di van danûstandinan de hatine nîqaşkirin.
…………
Dawiya Peyam/
Your Comment